Feyleqê 5’ê hêzên xwe li wê herêmê belav kirin. Li aliyekî din dagirkeriya Tirkî 3 karwanên leşkerî derbasî Idlibê kirin.
Hemwextî şerê li herêmên Cebel Zawiyê, feyleqê 5’ê yê bi ser Rûsya ve hêzên xwe li wir belav kir.
Ji aliyekî din ve dagirkeriya Tirkî 3 karwanên leşkerî yên nû derbasî Idlibê kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku her sê karwan ji 70 maşîneyên leşkerî pêk dihat di deriyê Keferlosînê re derbas bûn.