Çeteyên dewleta Tirk bazirganekî sewalan bi navê Ehmed Mihemed El-Şûeyb ê kuştin.
Nûçeghanê me ragihand ku beriya du rojan çeteyan li ser riya Serêkaniyê bazirganê sewalan Ehmed Mihemed El-Şûeyb ê ji gundê Kenterî yê Girê Spî birîndar kirin.
Nûçegihanê me her wiha ragihand ku çeteyan 4 milyon lîreyê sûrîyê ji kesê navborî stendin û bi guleyekê birîndar kirin.
Şêniyan ew rakirina nexweşxaneyê, lê ji ber birîna wî ya giran îro jiyana xwe ji dest da.