Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb serdana konê şehîd Yûsiv Gulo kirin

Rûspiyên eşîreyên Ereb û Kurd serdana konê şehîd Yûsiv Gulo û neviyên wî kirin û sersaxî ji malbatê xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî.

Kenan Berekat êrişa li dijî welatiyên Qamişlo şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk hemû pêkhateyên herêmê dike armanc.

Ji rûspiyê eşîrên Kurd li herêma Cizîrê Ebdulqadir Wetê jî anî ziman ”Dewleta Tirk her çiqasî êriş bike nikare yekîtiya pêkhateyan têk bibe.

Li ser navê eşîra El-Welde ya Ereb, şêx Hamid El-Ferec axivî û piştrast kir ku heta dijmin hebe wê şehîdan bidin.

Her wiha berdevkê eşîra El-Xewatinê Welîd El-Xefo axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Back to top button