Desteya perwerdê ya Efrînê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Desteya Perwerdê a herêma Efrînê bi daxuyaniyek êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li ser Şehbayê şermezarkir. Desteyê bang li civata navneteweyî kir ku li dijî êrişan bertek nîşan bidin.

Herî dawî di encama êrişa dagirkeran a li ser Til Rifetê 5 zarok bigiranî birîndar bûn.

Li navçeya Til Rifat Desteya Perwerde û hîndekariyê ya herêma Efrînê li dijî êrişan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Mihemed Bîlel bi hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên delwet Tirk ên li ser herêmê bi taybet ên li dijî herêma Şehba û hedefgirtina zarokan hat şermezar kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinê mirovî û zarokan û civata navneteweyî hat kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyênw ê bertek nîşan bidin.

Back to top button