Li Bîlarûsyayê careke din hêrsa gel li dijî serokê welêt bilind bû

Li paytexta Bîlarûsyayê, xwepêşendanên li dijî serokê welêt Alexander Lukashenko careke din dest pê kir.

Bi hezaran şênî, duh li paytexta Bîlarûsyayê kom bûn û jinûve-hilbijartina Alexander Lukashenko weke serokê welêt, şermezar kir.

Ji aliyê xwe ve jî, balyozê Bîlarûsyayê yê li Slovakyayê piştgiriya xwe bi xwepêşandanên welatê xwe re ragihand.

Ji bo vê rewşê jî, Lukashenko hawara xwe bi Rûsyayê ve anî ku hêrsa gel a li dijî wî sar bike..

Tê zanîn, Lukashenko nêzî 30 salan li ser hikum e, ji lew re gel bi hêrs e û daxwaza istifya wî dike.

Back to top button