HRE: Di meha Tîrmehê de leşkerek û 15 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku hêzên wan di meha Tîrmehê de li Bab, Şêrawa, Ezaz û Marê 6 çalakî li dar xistin.
Di encama van çalakiyan de bi giştî leşkerek û 15 çete hatin kuştin, 4 leşker û 8 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê çalakiyên hêzên wan ên meha Tîrmehê daxuyanî da.

HRE’yê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

7ê Tîrmehê, li herêma Babê du baregehên artêşa Tirk ji aliyê hêzên me ve hatin armanckirin.

Di encamê de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn û çeteyek hat kuştin.

10’ê mehê jî li gundê Kibeşînê yê Şerawa li dijî baregeha çeteyan çalakiyek serdegirtinê hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin û çekek AK-47 û termalek hat desteserkirin.

Di heman rojê de, li herema Ezazê li hember baregehek artêşa Tirk çalakiyek taybet hat lidar xistin.

Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

29’ê heman mehê di navbera Marê û Ezazê de, çalakiyek serdegirtinê hat lidarxistin.

Di demek kurt de qontrola baregehê ket destê hêzên me de.

Dijmin du caran hewl da ku taqwiye bişîne cihê çalakiyê, lê hêzên me rê nedan wan.

Di encamê vê çalakiyê de qasî ku hat zelal kirin 5 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Her wiha 3 çekên AK-47, 2 rextên AK-47, 1 çeka BKC, 1 çeka B-7 û 2 çente hatin desteserkirin.

Û 3 motorsiklet jî hatin ruxandin.

31’ê Tîrmehê, li navçeya Şêrawa 2 çalakî li dijî dagirkeran hatin lidarxistin.

Di encamê de 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Her wiha çekek AK-47, rext û 5 jarjorê vê, dûrbînek roj û telefonek ketin destê şervanan.”

HRE’yê ragihand ku ew çalakî ji bo tolhildana şehîdên meha Pûşperê hatin lidarxistin.

Back to top button