Filîz Aslan- Leyla Agirî..Têkoşer û berxwedêra azadiya jinê

Di nava têkoşîna Azadiya Kurd de bi hezaran qehremanên ku li ser jiyana wan destan tên nivîsandin hene. Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî jî ji wan têkoşeran e. Şehîd Leyla ji bo azadiya jin û Kurdistanê 27 salan bê rawestan têkoşn û berxwedan da meşandin. Leyla Agirî di Hezîrana 2020’an de li herêmên parastina Medyayê di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bû.

Şoreşgera serbilindiya Serhedê.

Leyla Agirî.

Têkoşera Azadiya Jinê û Kurdistanê ya 27 salan.

Cegerxwînê nemir Leyla Qasim û Leylayên Kurd ên berxwedêr hemûyan wiha pênase dike.

Yek ji wan Leylayan jî jina serhildêr a Serhedê, Keça Geliyê Zîlan…

Filîz Aslan bi nasnav Leyla Agirî ye.

Li navçeya Wanê Qelqeliyê sala 1972’yan ji dayîk bû.

Weke navê xwe, bû nûnerek ji bişkivandina jiyana azad.

Li Qelqeliyê, ku weke cihêrengiya gelan bû mezin bû.

Hê 4 salî dayîka wê jiyana xwe ji dest dide

Lê vê yekê têkoşeriya wê ya jiyanê xurttir kir.

Dema weke gelek malbatên Kurd berê wan kete Stenbolê hê 18 salî bû.

Çiqasî mezin bû, zêdetir bû şahidê pergala xwînmij a dagirkerî û mêtîngeriya Tirk.

1993’yan ji Stenbolê li otobûseke diçe Serhedê siwar bû.

Û rêwîtiya wê ya herî demdirêj a Leylayê bi vî rengî dest pê kir.

Rawestgeha wê ya pêşî çiyayê Agirî bû.

Salên wê yên pêşî di gerîlatiyê de li herêma Tendurekê derbas bû.

Li vir navê çiyayê Agirî li navê xwe zêde kir.

Ji Agirî, Tendurekê, heta Rojhilat, heta Qendîlê û Zagrosan bû pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinê û Kurdistanê.

Piştî beşdariya xwe bi 3 salan, hesreta dilê xwe da der û berê wê ket qada Rêbertiyê.

Her gava di rêwîtiya têkoşîna azadiyê de çi hêsan çi zehmet, bi serketinê avêt.

Soza ku dayî Rêberê xwe heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi cih anî.

Salên dirêj ji gerîlayan re fermandarî kir.

Di xebatên Jineolojiyê yên PAJKê de cihê xwe girt.

Leyla Agirî heta kêliya dawî ya şoreşgeriya xwe, bû nûnera xeta azadiya jinê ya Apoyî, ku ji Sakîne Cansizan heta xwe gihandî ye roja me.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî di Hezîrana 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişên balafirên artêşa tirk şehîd bû.

Back to top button