Li Idlibê şer her diçe gurtir dibe. Hêzên hikumeta Şamê cih û deverên artêşa Tirk yên li Idlib û Helebê topbaran kirin, di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Îro hêzên hikumeta Şamê devereke artêşa Tirk a dagirker ya li bajarokê Kansefra li Cebel Zawiyê li a başûrê Idlibê, topbaran kir.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di encamê topbaranê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.
Her weha hêzên hikumetê derdora cihekî artêşa Tirk yê li gundê Etarib ê li rojavayê Helebê jî hedef girt.
Hat diyar kirin di encamê de jinek hat kuştin û zarokek birîndar bû.
Hat diyar kirin Artêşa Tirk jî cihên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarokên Seraqib û Kefer Nubil yên gundewarê Idlibê topbaran kirin.