NEWROZ: ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ MIJAREK SIYASÎ Û KEYFIYE

Ev demeke hevdîtin bi Rêber Ocalan re hatine astengkirin
Ji Parêzara Rêber Ocalan, Newroz Uysal diyar kir ku astengkirina hevdîtinê siyasî û keyfiyê û got:
Berdewamkirina hevdîtinan bi Rêber Ocalan re wê atmûsferekî demokratîk li Tikeiyê ava bike.

Hevdîtinên bi Rêber Ocalan re ji 18’ê Hezîrana 2019’an ve hatiye astengkirin.

Ji Parêzara Rêber Ocalan, Newroz Uysal têkildarî sedemên astengkirina hevdîtinê ya bi muwekîlê xwe re û encamên bi xwe re tîne, ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Newroz Uysal diyar kir ku astengkirina hevdîtinê siyasî û keyfiyê û got:

Astengkirina hevdîtina bi Rêber Ocalan re ne hiqûqî ye.

Di pêvajoya çalakiya grevên birçîbûnê de ji meha Nîsanê ji bilî 3’ê hevdîtina pêk ne hat.

Piştî wê hemû hevdîtinên me bê bersiv man.

Dema ku hevdîtin pêk nehatin jî ne erênî û ne jî neyînî bersiv ji bo daxwazên me nehatin dayîn.

Ev jî ji bo sepandina girava Îmraliyê sepandinên nû ne.

NEWROZ: PIŞTÎ HEVDÎTINA BI OCALAN RE ATMÛSGEREK AŞTIYÊ SERWERE BÛ

Newroz Uysal bal kişand li ser 7 xalên ku Rêber Ocalan diyar kiriye û wiha anî ziman:

Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û ji bo li Rojhilata Navîn demokrasî pêk bê bandor û heza wî, me hemûyan bi hev re dît.

Piştî ku bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk hat, tabloyeke erênî ji bo çareseriyê derket holê.

Lê bi astengkirina hevdîtinê jî israra di bêçareseriyê de, careke din îspat bû.

Newroz Uysal di nava axaftina xwe de diyar kir ku tecrîd li ser Rêber Ocalan hîn didome û stengkirina hevdîtinan ev yekî teqez dike.

Ew hevdîtinên bi Rêber Ocalan re hatine kirin di encama polîtîkayên ku hatin afirandin û têkoşîna civakê de hat kirin.

Bendewariya ku wê ev nêzîkatî veguherin kilîta demokratîk ên hiqûqî jî gelekî zû ye.

Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi hemû zagon û sepandinên xwe di meriyetê de ye.

NEWROZ: EM BANG DIKIN KU CAREK DIN HEVDÎTIN BÊ QEBUL KIRIN

Newroz Uysal balkişand li ser daxuyaniya wezîrê dadê Abdulhamît Gul gotiye “Ji bo berdewamkirina hevdîtinan tu astengî tune e” û wiha domand:

Li gorî daxuyaniya Gul tu sedemên astengkirina hevdîtinan jî tune ne.

Em dixwazin daxwazên serlêdanên hevdîtinê bên qebûlkirin.

Eger pêwistiya vê daxuyaniyê bi cih nayê, ev yek nayê wateya astengkirina hiqûqî.

Ev yek dide xuyakirin ku astengiyên polîtîk hene.

Ji Parêzara Rêber Ocalan, Newroz Uysal nirxanidna xwe wiha bi dawî kir:

Rêber Ocalan di hevdîtina xwe de dema 30-40 rojî da lê ev dem derbas bû, divê em bi hev re kar û xebatek çawa bidin nas bikin û li gorî wê tevbigerin.

Leave a Reply

Back to top button