Artêşa Etiyopyayê li ber çavê rêxistina bijîşkên sînornenas xelkê Tîgrayê kuştin

Komkujiyên Etiyopyayê yên li ser xelkê Tîgreyê ji hêla Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF) ve hate piştrastkirin.

Artêşa Etiyopyayê Mijdarê bi desteka welatên cîran berê xwe da gelê Tîgreyê û li dijî endamên Eniya Rizgariya Netewî ya Tîgreyê (TPLF) û sivîlan komkujî kiribû.

Serokwezîrê EtIyopya Abiy Ahmed gotibû wan ‘serhildan’a gelê Tîgreyê çewisandine, lê êrîşên li ser gelê sivîl ên li herêmê qebûl nekir.

Rêxistina Bizîşkên Sînornenas (MSF) di daxuyaniya xwe de ragihand ku artêşa Etiyopyayê sivîl kuştine.

MSF’ê ragihand ku piştî kemîna li ber leşkeran a li Adîgartê, ya li ser rêya ku diçe Mekele, paytexta Tîgreyê leşkeran wesayiteke tije sivîl rawestandine û sivîlên di wesayitê de kuştine.

Di rûdanê de ku endamên MSF’ê bûne şahid, hate gotin leşkeran piştî ku jin veqetandine, mêr înfaz kirine.

Rêxistinê diyar kir ku wesayita wan jî hatiye sekinandin, derb li ajokarê wan dane û gef li wan xwarine.

Back to top button