Yusra Receb: El-Kazimî çavên xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker digire

Parlamentera Tevgera Azadî ya Parlamena Iraqê Yusra Receb diyar kir ku serokwerzîrê Iraqê Mistefa Kazimî çavên xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker digire. 

Yusra da xuyakirin ku Kazimî di parlamenê de qet behsa êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk nekiriye, tevî ku li ser xaka Iraqê bi dehan baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene û rojane herêmên Kurdan bombebaran dike.

Yusra da zanîn ku aliyên siyasî der barê vê mijarê de wiha dibêjin:

“Em di vê qonaxê de, li dijî xwe eniyeke din venakin. Em destpêkê hêzên biyanî derxin, piştre ku derfet çêbû, em ê hêzên Tirk jî ji Başûrê Kurdistanê derxin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî berî standina baweriya parlamenê, soza paqijkirina xaka Iraqê ji DAIŞ û bermahiyên wê û derxistina hemû hêzên biyanî dabû.

Back to top button