Ebdulhemîd El-Debîb banga derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê kir

Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe di Kongreya Berlînê ya duyem de banga derxistina hemû çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê kir.

Li paytexta Almanya Berlînê Kongreya Berlînê ya Duyem a derbarê aloziya Lîbyayê de hat lidarxistin.

Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe di kongreyê de axivî û derbarê pêwîstiya derketina çeteyan ji Lîbyayê anî ziman.

Ebdulhemîd El-Debîbe got ku gelek gef û metirsî ser pêkanîna hilbijartinan li Lîbyayê hene û ji wan hebûna çeteyan li welêt e.

El-Debîbe bang kir ku hemû çete û hêzên biyanî bi temamî ji Lîbyayê derkevin.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Antony Blînken jî li Berlînê bi Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Heîko Maas re rûnişt.

Di civîna çapemeniyê ya hevpar de Antony Blînken got:

“Peymana agirbesta di 23’ê cotmehê de ku vekişandina hêzên ji derve ya ji Lîbyayê jî tê de ye divê baş were pêkanîn.

Em û Almanya li ser fikra Lîbyaya serwer, yekgirtî û ewle ne.”

Back to top button