Şêx û rûspiyên Reqa û gundewarên wê, netevlîbûna xwe ya di hilbijartinên Serokatiya Sûriyê de ragihandin.
Şêx û rûspiyan bi daxuyaniyekê anî ziman ku ew li dijî Beşar Esed ê ku Sûrî wêran û talan kir, her wiha xwîna zarokên wan rijand.
Rûspiyan lidarxistina hilbijartinan di vê demê de weke arandin û binpêkirina eşkere ya vîna gelan e bi nav kir û bang li hemû gel û pêkhatiyan yên li hundir û derveyî welat kir ku tevlî qaşo hilbijatinan nebin.
Jimarek endamên Partiya Hevbendî ji partiyê veqetiyan
Jimarek endamên Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Reqayê da zanîn ku ji ber beşdarbûna partiya wan di hilbijartinan de ew ji partiyê veqetiyan.
Endamên veqetandî teqez kir, ew ê li gorî biryarên MSDê û QSDê ya ku bi hezeran şehîd ji bo aramiya herêmê da, tev bigerin.