Li Xaneqînê, çeteyan sivîlek kuşt û 2 jî birîndar kirin

Li Xaneqînê, di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê Mubarek de sivîl hat kuştin û 2 çekdarên Heşba Şabî birîndar bûn. Çeteyan ne tenê sivîlên gund kirin armanc, lê belê mal û zeviyên wan jî şewitandin. 

Şevê din, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Mubarek yê navçeya Xaneqînê yê Diyalayê kir.

Di dema DAIŞê êrîşî malekê kir, sivîlek kuşt.

Li ser vê yekê jî, di navbera şêniyên gund û çeteyan de pevçûn çêbû.

Di encamê de, 2 sivîlên din birîndar bûn.

Hêzeke Lîwaya 23 ya Heşda Şebî bi hewara şêniyên gund ve çûn.

Lê di rê de, bombeyek bi erebeya wan ve teqiya û di encamê de 2 çekdarên Heşdê birîndar bûn.

Ji derveyî êrîşa çeteyan a li ser sivîlan, mal û zeviyên wan jî şewitandin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê gundê Mubarek xist bin kontrola xwe.

Di van demên dawî de, li deverên ji Başûrê Kurdistanê qut bûne, êrîş û tevgera çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî berbiçav zêde bûne.

DAIŞa ku dewleta Tirk destekê dide wê, li van deveran weke tê gotin bi cih bûne û nêzî 3 hezar çete aniha li wir dimînin.

Li gorî hin çavkaniyên ewlehî, DAIŞ’ê li Diyala, Selahedîn û Enbarê xwe dubare birêxistin kiriye.

Tê zanîn, DAIŞ’ê kesek bi navê Ebdullah Mekî (29) ku xelkê gundê Refiyatî yê navçeya Beldeye, weke berpirsê giştî yê Kerkûk, Diyala, Selahedîn û bakurê Bexdayê destnîşan kiriye.

Back to top button