Artêşa Çadê: Di 6 rojan de, 1000 çeteyên Boko Heram hatin kuştin

Artêşa Çadê ragihand ku, di operasyonên 6 rojên dawî de, bi kêmanî hezar çeteyên Boko Haram hatin kuştin. 

Artêşê, anî ziman jî “ku 52 leşkerên wan jî di heman operasyonan de hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Çadê Azem Bermadoua got:

”Leşkerên me, li Gola Çadê 2 baregehên leşkerî yên Boko Haram bi dest xistin.

Her wiha artêş, li beravên Nîjer û Nîjeryayê jî bi cih bûne.”

2009’an, tevgera çeteyên Boko Haram li Afrîkayê dest pê kir, ji ber êrîşên wan jî, 30 hezar kes hatin kuştin û 2 milyon kes jî koçber bûn.

Back to top button