Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê sûrî kuştina Jîna Emînî şermezar kir

Yekitiya Jinên Ermen, piştgirî dan xwepêşandanê Rojhilatê Kurdistanê û kuştina jina Kurd Jîna Emîn şermezar kir.

Yekitiyê li parka rêber Ocalan a taxa Nasira ya Hesekê, daxuyanî da û got:

Rêbaza îşkenceyê ya ku rêjîma Îranê bi kartîne, hişmendiya qirkirinê ne.

Jinên Ermen bang li hemû jinan kir ku bibin yek û li hember zordestiyê têkoşînê mezin bikin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û NY, rêxistinên jinan kir ku van sûcan belge bikin û sûcdarên wê li dadgehên navneteweyî darizînin.

Pitşî xwendina daxuyaniyê, beşdaran wek bertekek li hember sûcên kuştina jinan, şerpe şewitandin.

Li Helebê jî kuştina Jîna Emînî bi lidarxistina çalakiyekê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kir.

Jinên Ciwan li qada Cebanat a Helebê çalakî li dar xist.

Jinên ciwan diyar kir ku Jinên Rojhilatê Kurdistan bi durişma Jin Jiyan Azadî ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hêz girtine.

Jinên ciwan bang li jinan kir ku piştgiriya bidin jinên Rojhilatê Kurdistanê.

Back to top button