“Dûrxistina nûnerên raseteqîn ên Sûriyê ji civînan aloziya Sûrî dirêjtir kir”

Piştî Hesekê û Minbicê, îro MSD’ê komxebata xwe ya 4. bi diruşmeya “Ji bo şêniyên Cizîr û Firatê ber bi kongreyeke neteweyî ve” li Kobanê li dar xist.
Di komxebatê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed axivî û anî ziman ku civînên Cinêv, Astana û Soçî, aloziya sûriyê dirêjtir kirin û encamên giran bi xwe re anîn.

Îro MSD’ê komxebata xwe ya 4’an bi slogana “Ji bo şêniyên Cizîr û Firatê ber bi kongreyeke neteweyî ve” li Kobanê li dar xist.

130 delege ji nûnerên êlên herêma Firatê ji kurd û ereb û jimarek ji siysetmedar, rewşenbîr û saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de rojevên mîna, diyalogên Sûrî-Sûrî, diyalogên bi muxalefetê re û diyalogên Kurdî-Kurdî hat nîqaşkirin.

Ilham Ehmed: Dûrxistina nûnerên raseteqîn ên Sûriyê ji civînan aloziya Sûrî dirêjtir kir

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed di komxebatê de axivî û got,

Dûrxistina nûnerên rasteqîn ên Sûriyê ji civînên derve yên derbarê aloziya sûriyê de, encamên xerab bi xwe re anîn.

Ilham Ehmed destnîşan kir ku nûnerên partiya Baas û opozisyona sûrî, nûnertiya gelên sûriyê nekir, opozisyonê tenê nûnertiya ajandeyên Tirkiyê kir.

Ilham Ehmed anî ziman ku civînên Cinêv, Astana û Sûçî, aloziya sûriyê dirêjtir kir û encamên bobelatî bi xwe re anîn.

Beşdarên komxebatê jî lidarxistina komxebatê weke gavek erênî nirxandin û behsa armancên lidarxistina komxebatan kirin.

Beriya niha MSD’ê 2 komxebat li bajarê Hesekê û yek jî li Minbicê li dar xistibûn.

Back to top button