Penaberekî Iraqî li kampa Holê birîndar bû

Di nava kampa Holê de bûyerên kuştinê zêde bûn, careke din li dijî penaberên Iraqî êrîş pêk hat.

Duh bi şev saet di 7:30`an de hinek kesên nenas û rûgirtî, li penaberê Iraqî Qasim Şehlan gule barandin.

Li gorî çavkaniyeke ewlekariyê, komeke çekdar li pêşiya niştecihên kampê gule lê barandin.

Koma çekdar bi lez ji cihê bûyerê revî.

Niştecihên Kampê jî, yekser alîkariya wî kir û rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan rewşa Şehlan baş e.

Herî dawî jî, cenazeyê penaberekî Iraqî xeniqî, hate dîtin, jinên DAIŞ’î li pişt vê buyerê bûn.

Back to top button