WEZÎRA PARASTINÊ YA ALMANYA:BANGA AVAKIRINA “HERÊMA EWLE NAVDEWLETΔ KIR

Wezîra Parastinê ya Almanya banga avakirina herêmek ewle navdewletî li bakur û rojhilatê sûrî kir.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer (Angrat Kramp Kaxim-bawa) ji ajansa DBA re axivî û got:

Ji avakirina herêmê min ev însiyatîf bi şêwirmenda almanî Angela Merkel re koordîne kiriye.

Di civîna NATO`yê de ku li ser asta wezîrên parastinê li Brussels di 24-25`ê Cotmehê de wê were lidarxistin ez ê ji hevalbendên rojavayî re pêşkêş bikim.

Wezîra Almanî diyar kir ku navaroka însiyatîfê wiha ye:

“Avakirina herêmek ewl di bin çavdêriya civaka navdewletî bi tevlibûna Tirkiyê û Rûsyayê bi armanca kêmkirina ast şer.”

Wezîra Parastinê ya Almanyayê ev însiyatîf bi însiyatîfek cidî bi nav kir.

Ji xwe Rêveberiya Xweser banga avakirina herêma ewle di bin çavdêriya hêzên parastina aştiyê ya girêdayî NY`î kiribû.

Leave a Reply

Back to top button