Meclisa Sivîl a Reqayê banga vekirina lêpirsîneke navdewletî der barê sûcên şer ku dewleta Tirk li herêman pêk anî, kir.
Meclisa Sivîl a Reqayê di duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de daxuyaniyek da raya giştî.
Meclisê diyar kir ku armanca dewleta Tirkiyê ji êrîşan ew ku DAIŞ’ê zindî bike û wiha got:
Xwînrijandin û koçberkirina ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rûyê duyemîn ê DAIŞ`ê ye ku cilin nû û navên nû li xwe kirine.
Em bang li civaka navdewletî û meclisa ewlehiyê dikin ku der barê sûcên şer ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi taybet piştî bikarîna çekên qedexekirî, lêpirsîn veke.
Her wiha em bang li gelan dikin ku di yek rêzde de li hember êrîşên hovane bisekinin û li ber xwe bidin.
Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Minbicê û Gundewarên wê jî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên cîhanê û civaka navnetewî jî ji sûcên şer yên dewleta Tirkiye pêk tîne berpisyar in.