Dewleta Tirk gundên Til Temir û Amûdê topbaran kirin

Ji duh ve bi dijwarî gelek deverên herêmê tên topbarankirin.
Vê sibehê careke din gundên Amûdê, Til Temir û Şehbayê bûn armanca êrişan.
Di encamê de şêniyek li Til Temirê şehîd bû.

Vê sibehê dewleta Tirk gundê Selmase yê başûrê rojavayê Til Temirê topbaran kir .

Di encamê de welatiyê bi navê Ibrahîm Mihemed Heşê yê (55) ku şehîd bû.

Her wiha gundê Xanikê yê navçeya Amûdê jî hat topbaran kirin.

Beriya wê jî balafireke dewleta Tirk malek li gundê Xerzê yê Amûdê, bombe kir.

Duh êvarî jî Artêşa Tirk gundê Cedîde yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Ferhan Mihemed Beşîr ê 26 salî birîndar bû.

Back to top button