David Brownstein serdana başûrê Kurdistanê kir

Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein serdana başûrê Kurdistanê kir û li gel beşek berpirsên herêmê civiya.

David Brownstein bi Serokwezîrê Herêma başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Di civînan de aliyan piştgîriya xwe ji bo diyaloga Kurdî Kurdî teqez kirin..

Her wiha Nûnerê Amerîkî ji bo Sûriyê David Brownstein li Hewlêrê bi Şandeke ENKS’ê re jî civiya.

Li wir jî rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Back to top button