Taywan: Çîn li pêşberî giravê hêzê bicih dike

Rêveberiya Pekînê, di stratejiya “Çîna Yekgirtî” de israr dike.
Taywanê ragihand ku artêşa Çînê li pêşberî giravê hêzên asmanî bicih dike.

Wezareta Parastinê ya Taywanê di rapora xwe ya ku her du salan carekê tê weşandin de, balkişand li ser liv û tevgera artêşa Çînê ya li derdora giravê.

Wezaretê îdia kir ku Çînê bi şandina balafirên şer ên nû û yên bê mirov, hêza xwe ya esmanî li berava beramberî giravê bihêz kiriye.

Çînê di Tebaxa sala borî û Nîsana îsal de tetbîqatên şer li derdora Taywanê pêk anî.

Hêzên wê hema hema rojane operasyonan li derdora giravê dikin.

Wezaretê di rapora xwe ya parastina neteweyî de diyar kir ku Çînê ji bo zêdekirina amadehiya li dijî Taywanê ‘tetbîqatên şer ên realîst li dar xistiye’.

Di raporê de hat destnîşankirin ku berfirehkirina balafirxaneya li peravên rojhilat û başûr ji bo serfermandariyê bi dawî bûye.

Her wiha balafirên bêmirov û balafirên şer jinûve hatine rêxistinkirin da ku bi awayekî mayînde li wir bên bicihkirin.

Wezaretê diyar kir ku tetbîqatên Çînê yên ku li bakur û başûrê Taywanê û li Oqyanûsa Pasîfîk dubare dikin.

Ev yek armanc dikin ku ji rojhilat û rojava ve giravê durpêç bikin.

Li ser raporê, Wezareta Parastinê ya Çînê ti şîrove û agahî neda.

Taywan: 39 balafirên Çînê li derdora gravê hatine dîtin

Back to top button