Jinên Tebqayê qutkirina avê şermezar kirin

Nerazîbûnên li dijî birrîna ava Feratê jî dewam dikin.
Jinên Tebqayê qutkirina ava firatê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker şermezar kirin.

Bi dehan endamên Rêveberiya Jin yê Tebqayê li ser bendava Firatê kombûn û qutkirina ava Firatê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Jinên Tebqayê diyar kirin ku dewleta tirk peymana Sûriyê – Tirkiyê ya 1987 bin pê dike û rêjeya derbasiya avê li sûriyê kêm dike.

Bang li Civaka Navnetewî hat kirin ku di vê mijarê de bi erkê xwe rabin.

Back to top button