Jinên Minbicê bi nêzîkbûna Roja Jinên Kedkar a Cîhanê serdana goristana şehîdan kirin .
Jinan teqezî bi şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan kir.
Di merasîmê de Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, partî,
Meclisa Jinên Sûriyeyî, meclisên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Jinan,
Hêzên Asayîşê -Jin, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.
Di merasîmê de endama Meclisa Leşkerî ya Jinan Sefa Hicazî axivî..
Sefa Hicazî diyar kir ku ew hewl bidin armancên şehîdan pêk bînin û destkeftiyên wan biparêzin.
Sefa soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiyê ji bo hemû jinan da.
Di dawiyê de beşdaran gul danîn ser gorên şehîdan.