Li Cebel Zawiyê û Sehil Xab şer di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de derket

Agirbesta herêma li herêmên Idlibê ku di encama peymana Pûtîn-Erdogan de derketî, rojane şer di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de pêk tê.

Li herêma Sehil Xab jî di navbera herdu aliyan de şer derket.Ji aliyekî din ve nakokiyên di navbera hêzên Rûsî û yên bi ser Îranê ve dewam dikin.

Li bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêra Zorê, polîsên leşkerî ya Rûsî gule li otomobîleke hêzên hikûmeta Şamê reşandin. Li Derayê jî 2 çekdarên feyleqê 5’ê hatin revandin.

Li bakur-rojavayê Sûriyê û bi taybet parêzgeha Idlibê rojek bê şer derbas nabe.

Parêzgeha Idlibê li ser kaxezan wek herêmeke kêmşer hatiye ragihandin lê belê li ser erdê kuştin û şer lê nasekine.

Di vê derbarê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Idlibê yê başûr hêzên hikûmeta Şamê piştî nîvê şevê careke din çete li gundên Cebel Zawiyê topbarankirin.

Li gorî çavdêriyê gundê Bara, Filêfil û Fitêre hatin topbarankirin. Têkildarî kuştî û birîndaran ti agahiyên teqez nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din, li Sehil Xab ê bakur-rojavayê Hemayê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Titrkî de derketin.

Her du aliyan bi çekên giran û navîn êrîşî hev kirin.

Dagirkeriya Tirkî karwanekî leşkerî ji 25 maşîneyan derbasî Idlibê kir

Hemwextî şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de, dagirkeriya Tirkî karwanekî leşkerî yê nû derbasî Idlibê kir.

Karwan ji 25 maşîneyan pêk dihat û li ser du caran derbasî herêma kêmşer bûn.

Endamekî istixbarata hêzên hikûmeta Şamê bi guleyên polîsên Rûs hat kuştin

Li başûr û rojhilatê Sûriyê jî nakokiyên hêzên Rûsî û hêzên bi ser Îranê ve dewam dikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku otomobîleke istixbarata asîmanî ya hikûmeta Şamê ku ji 3 endaman pêk dihat, rêbendeke polîsên leşkerî yên Rûsî li têketina bajarê Meyadînê derbas kir.

Ji ber ku otomobîl li ser rêbendê nesekinî, Polîsên leşkerî yên Rûsî gule li otomobîlê reşandin.

Di encamê de endamek hatin kuştin, yek hat binçavkirin û yek jî reviya.

2 çekdarên Feyleqê 5’ê yê bi ser Rûsya ve hatin revandin

Li Derayê dijberiya di navbera feyleqê 5’ê û tabûra 4’ê ya bi ser Îranê ve li pêş e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh piştî nîvê şevê li bajarokê Seyda 2 çekdarên feyleqê 5’ê hatin revandin.

Heta niha çarenûsa çekdarên revandî nediyar e.

Girêdayî bûyera revandinê Çavdêriya Sûrî 9’ê Tîrmehê ragihand ku li bajarokê Besir Herîr yê parêzgehê hinek endamên feyleqê 5’ê û endamên rêbendeke hêzên hikûmeta Şamê yên bi ser Îranê ve dev avêtin hev.

Back to top button