Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan Ramî Ebd-Rehman diyar kir ku divê Efrîniyên ku nasnemeyên Ewropî girtine li dadgehan doz li dijî Erdoxan û artêşa Tirk vekin.
Ebd-Rehman ji televizyona El-Erebiyê re axivî û da zanîn ku li Ewrûpayê bi deh hezaran Efrînî yên ku nasnemiyên hemwelatiyên Ewropî girtine hene, divê yekser li dijî Erdoxan û artêşa Tirk, doz li dadgehan vekin.
EbdRehman diyar kir ku çeteyan Mal û Milkê Efrîniyan talan dikin, herî dawî li navçeya Reco gelek Mal hatin dizîn.
Her weha destnîşan kir ku Erdoxan yakemîn kes e ku dest bi guhartina demografiya Efrînê kir.
Ramî Ebdrehman diyar kir ku hin rêxistinên mirovî di nav de çavdêriya Sûrî, sûcên dewleta Tirk yên li dijî Efrîniyan pêk tînin, belge dikin.