PAJK: Divê 3 Tebaxê weke roja qirkirian Êzidiyan were qebûlkirin

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê derbarê salvegera fermana 73. ya 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê de daxuyaniyek da û bang kir ku ji bo 3’yê Tebaxê weke roja qirkirina Êzidiyan û qirkirina jinê bê qebûlkirin, têkoşîn bê mezinkirin.

Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê -PAJK’ê bi boneya 6’emîn salvegera fermana 73’emîn ya 3’yê Tebaxê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.

PAJK’ê komkujiya Şengalê şermezar kir, hemû şehîdên Şengalê bibîranî û got:

“DAIŞ ku li pêş çavên cîhanê êriş bir ser civaka qedîm a ku bêxwedî, bêhêz dihate dîtin, bi hezaran jin revandin û dest avêtin wan.

Jinên ku dîl girtin li bazarên koleyan firotin. Ya rastî yên ku li bazara koleyan hatin firotin ne jinên kurd bûn wîcdan û pêşeroja mirovahiyê bû.

DAIŞ’ê ji bo hest û nêrînên mirovahiyê dagir bike ev êriş kir.”

PAJK’ê destnîşan kir ku êrîşa 3’yê Tebaxê nîşanî civaka Êzidî, jinên Kurd, civaka Kurdistanê û hemû jinan daye ku ger xweparastin nebe herdem êrîş dewam bikin.

PAJK’ê bang li hemû jinan kir ku ji bo ev roj li qada navneteweyî weke ‘roja qirkirina êzidiyan û qirkirina jinê’ bê qebûlkirin, têkoşînê mezin bikin.

Tevgera AzadÎ: Divê aliyên ku Şengal neparastin werin dadgeh kirin

Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî jî bi heman armancê daxuyanî da û got:

“Hemû cîhanê berxwedana xelkê Êzidî, gerîlayên PKK’ê û şervanên Rojavayê Kurdistanê dîtin ku çawa ji bo parastina Şengal û xelkê Êzidî bûn mertal.

Divê kesên li hemberî parastina xelkê Şengalê bêxembûn û bûne sedemê jenosîda xelkê Şengalê, divê bêne dadgeh kirin.

Pêwîste xelkê Şengalê bi xwe biryara çarenûsa xwe bide û destwerdan li kar û barê wan neyê kirin.”

Back to top button