Wezareta Tenduristiyê ya Şamê: 11 kesên din bi Coronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Şamê ragihand ku îro 11 kesên din bi vîrusa corona ketine.

Li gorî wezaretê, ji 11 kesên ku bi vîrusê ketin 10 kes ji wan di encama têkilîya wan a bi kesên li “Jideyêdêt El-Fedil” û kesekî ku ji Lubnanê hatiye, bi vîrûsê ketine.

Bi vê yekê, hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrûsê ketine, gihîşt 198’an û 7 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 5 kesên ku bi vîrûsê ketine jî baş bûne.

Bi vê yekê hejmara kesên ku ji vîrûsê xelas bûne 83.

Back to top button