KOVARA DER SPIEGEL: DIVÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ CEZAYAN LI SER ENQEREYÊ FERZ BIKE

Ji bo hikumeta AKP’ê êdî nema welat ber bi tundiyê ve bibe, divê ceza li Enqereyê werin ferzkirin. Ev yek, bû sernûçeya kovareke bi nav û deng a Almanî.

Ji bo cezayan li ser Enqereyê ferz bike Kovara Der Spiegel a Alamnî bang li Yekîtiya Ewropayê kir.

Kovarê di rûpela xwe ya sereke de got;

Ev çend sala in, hikumeta Almanyayê li hember siyasatên Erdogan sekiniye, helbet ji bo rêyên giftûgoyan vekirî bimînin.

Lê ya diyar ew e ku giftûgo ne stratîjiyek baş e.

Kovarê diyar kir ku tunekirina Erdogan ji demokrasiyê re, ne tenê ji dubarekirina hilbijartina Stenbolê dest pê kir.

Lê ev yek ji berî dehan sal ku rêgezên qanûnî binpê dikir, dest pê kiriye.

Kovarê teqez kir ku heta Duşema borî jî kêmek be demokrasî hebû, lê bi biryara dubarekirina hilbijartinê re yekcar hilweşiya.

Di heyama çend rojên dawî de, me ti bersivek xurt ji siyastemedarên Ewropî der barê tiştên li Tirkiyê rû didin de, nebihîst.

Ji Ewropa tê xwestin aniha helwesteke xurt li hember Erdogan nîşan bide.

Divê ev jî di rêya ferzkirina cezayan re be.

Kovarê peyamek ji YE re şand û têde wiha got:

Divê hûn baş zanibin ku ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê wê gaveke baş be ji bo rejîma Erdogan demokrasiyê pêk werîne.

Ev nûçe piştî ragihandina rojnamegerî Alman Deniz Yucel ê bi eslê xwe Tirk e ku ew li jêr destên hikumeta AKPê rastî êşkenceyê hatiye, hat.

Leave a Reply

Back to top button