Xelkê Başûrê Kurdistanê agir bi baregehên PDK’ê û YNK’ê xistin

Li bajaroka Pîremegrun ya Silêmaniyê xwepêşanderan baregehên PDK’ê û YNK’ê şewitandin.

Di saetên êvarê de li bajaroka Pîremegrun a Silêmaniyê welatiyan li dijî nedana muçe û qeyrana darayî xwepêşandan lidarxistin.

Xwepêşander destpêkê ber bi baregeha komîteya YNK’ê ve meşiyan. Piştî parêzvan û endamên komîteyê ji baregehê derketin, xwepêşanderan agir berdan baregehê.

Tevî ku parêzvanan gule di ser xwepêşanderan de berdan jî lê xwepêşander ber bi baregeha PDK’ê ve meşiyan.

hêzên ewlehiyê jî rê li pêşiya xwepêşanderan digrin.

Xwepêşanderan diyar dikin ewê tevayî baregehên hizban bişewitînin, û piraniya wan PDK’ê bi wê yekê tawanbar dike ku li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker ketiye nava hewldanê derxistina şerê navxweyî.

Back to top button