HPG’ê şehîdên çapemeniya YJA Star Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bi bîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehadeta kadroyên pêşeng ên çapemeniya HPG û YJA Starê daxuyaniyek da.
HPG’ê anî ziman ku milîtanên fedaî yên kevneşopiya çapemeniya azad, hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema bi erka xwe radibûn, di 12 û 19’ê Îlona 2022’an de di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza bûn dengvedana kevneşopiya me ya çapemeniya azad il çiyê.

HPG’ê di derbatê kesayeta gerîla Koçerîn Rojîn de wiha anî ziman:

Hevrêya me Koçerîn li navçeya Dîgorê ya Qersê ji dayik bû.

Ji bo jiyaneke azad bijî di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku warê têkoşîna herî grain e û tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê ji bo qirkirina gelê me êriş kirin, hevrêya me Koçerîn tevî hevrêyên xwe derbsaî qadên Mexmûr û Kerkûkê bû, li vê derê wezîfeya xwe ya parastina gelê me bi serketî qedand û piştre vegeriya qadên gerîla.

Hevrêya me Koçerîn ku li gelek qadan ma û xebatên hesas bi berpirsyariya şoreşgerî bi ser xist, derbasî nava Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bû û cihê xwe di nava karên çapemeniyê de girt.

Li ser kesayeta gerîla Avrîn Mahsûm jî HPG’ê got:

Hevrêya me Avrîn li bajarê Efrînê di nava malbateke me ya hêja mezin bû.

Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevrêya me Avrîn ji roja destpêkê ve tevlî nava têkoşîna gelê me bû ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi lehengî li ber xwe da.

Di sala 2014’an de kekê wê Mahsûm Efrîn ku li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir û şehîd bû, çeka wî hilda û di şexsê wî de bû şopdara têkoşîna şehîdên me yên nemir.

Di sala 2020’î de derbasî Navenda Ragihandinê ya YJA Starê bû û kevneşopiya çapemeniya azad li çiyayên Kurdistanê dewam kir.

Ji bo berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger tê meşandin bigihîne gelê me, bi fedakarî kar.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser kesayeta gerîla Axîn Amûdê jî got:

Hevrêya me Axîn li Amûdê ji dayik bû.

Axîn ku li zanîngehê li beşa sosyolojiyê xwend, di vê demê de felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir.

Li nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava cihê xwe girt, di nava têkoşînê de xwe bi pêş ve bir, hêza xwe ya cewherî keşif kir.

Di sala 2017’an de ev armanca xwe pêk anî û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêya me Axîn ku li Zapê bi pratîka xwe ya gerîla ya serkeftî derket pêş.

Hevrê Axîn ku berxwedana dîrokî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ji nêz ve dişopand û bi nûçe û bernameyên xwe berxwedan bi xurtî nîşan da

Li gel şert û mercên herî dijwar jî xebatên xwe bi serketî berdewam kir.

Hevrêya me Roza li cihê kevneşopiya berxwedanê Amed ji dayîk bû.

Roza ya ku bû şahidê hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê ên li hemberî gelê me yên li Rojava û Êzidiyên Şengalê, xwest di refên pêş ên têkoşînê de cih bigire û bersivê bide êrîşên dagirkeran.

Ew di sala 2018’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava gerîlayên azadiyê bû.

Hevrêya me Roza ku xwedî tecrubeyeke xurt a şer e, bi perwerdehiya bingehîn a gerîlatiyê ku li qada Qendîlê dîtî jêhatîtir bû û di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bû.

Hevrêya me Roza ku li pey xwe mîrateya têkoşînê ya tijî serkeftin hişt.

Roza ku weke milîtana pêşeng a YJA Starê di ferqa erkên rojên giran de ye û li gorî wê bi tevlîbûneke xurt bersivdayinê esas digire, ji bo me hevrêyên mayî her tim bûye xwedî pratîkeke mînakdar.

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye.

Nasnav: Koçerîn Rojîn
Nav paşnav: Leyla Tûrgût
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik: Şîrîn
Bav: Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Avrîn Mahsûm
Nav paşnav: Bêrîvan Mûstafa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik: Fethiye
Bav: Recep
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Axîn Amûdê
Nav paşnav: Dilsoz Hebîb
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik: Newroz
Bav: Kamûran
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Roza Rênas Amed
Nav paşnav: Songul Tarinci
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Rahîme
Bav: Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button