Reîsî li Amerîkaya Latîn danûstandinên xwe berfireh dike

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî yê serdana Amerîkaya Latîn kirî, li Kubayê bû.
Li Kubayê peyama li dijî polîtîkaya êrîşkar a DYA, xurtkirina têkliyên dualî hate dayîn.

Serokê Kubayê Mîgûel Dîaz-Canel bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya.

Lîderan gotin anî ser DYA û diyar kir wê tifaqa bi Îranê re li hemberî ‘polîtîkaya êrîşkar a împaratoriyê’ bin.

Dîaz-Canel got,

Divê Îran û Kuba li hemberî zext, zordarî û gefên emperyalîzma DYA bi berxwedaneke qehremanî li ber xwe bidin.

Reîsî li Kubayê peyama xurtkirina têkliyên dualî da

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî diyar kir gelek xalên hevbeş di navbera wan û Kubayê de heye û got;

“Divê her du welat jî serxwebûna xwe biparêzin.”

DYA ambargo daniye ser Îran û Kubayê û Wezareta Karê Derve ya DYA her du welat xistiye lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê.

Beriya Kuba, Reîsî serdana Venezûela kiribû.

Ev her sê welat di bin ambargoya Washîngtonê de ne û mutefîkên Moskovayê ne.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Venezuelayê di sektorên wekî perwerdehî, tendirustî û kanê de 25 peyman îmze kiribûn.

Back to top button