Kremlin: Putin di demek nêz de serdana Tirkiyê dike

Moskow û Enqere ji nava krîzên heyî dixwazin xwe xelas bikin.
Serokomarê Tirkiye Erdogan demeke bi hesreta dîtina Serokê Rûsya Putin ketiye.
Piştî bêdengiyekî dirêj, Kremlînê eşkere kir ku Putin wê di demeke nêz de serdana Enqerê bike.
Lê hemwextê vê biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) têkildarî Putin dayî jî ket rojevê.

Rewşa li Sûriye û Ukrayna, Moskow û Enqere li ser maseya bazarê dicîvîne.

Di wextekî ki li nava Ukrayna, Rûsya tengaviyê dibîne de, Moskow dixwaze rêyek bêhndanê bigre.

Li aliyekî din, 21’ê Hezîranê civîna 4 alî ya ji bo rewşa Sûrî li pauteAstana pêk tê.

Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin wê “di demeke nêz de” serdana Tirkiyê bike.

Li gorî nûçeya Interfaxê, Şêwirmendê Polîtîkaya Derve ya Putin Yuri Ushakov ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Putin li hev kirine ku ev serdan di demeke nêzîk de pêk were.

Uşakov di daxuyaniya xwe ya doh de, da zanîn ku Putin vexwendina Erdogan qebûl kiriye û ji bo serdanê amadekarî dewam dikin.

Heta niha Enqere û Moskow têkildarî serdanê dîrokek diyar nekirine.

Erdogan bi mehan e gelek caran vexwendnameya xwe ya ji bo Putin ji raya giştî re aniye ziman, lê ji Kremlînê derbarê serdanê de tu daxuyaniyên berbiçav nedihatin.

ICC têkildarî derketina Putin biryara girtinê daye

Serdanên Putin ên li derveyî welat ji ber biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) di meha Adarê de bi hinceta sûcên şer li qada navneteweyî ji nêz ve tê şopandin.

Tê texmînkirin ku Putin ji ber vê sedemê beşdarî Lûtkeya BRICSê ya ku di meha Tebaxê de li Afrîkaya Başûr tê lidarxistin nebe.

Lê belê, berevajî Afrîkaya Başûr, Tirkiye ji ber ku peymana damezrîner a ICC îmze nekiriye, ne-neçar e ku biryarên Dadgehê bi cih bîne.

Back to top button