Rapora Qaçaxçiya Mirovî ya DYA eşkere bû

Rêjeya binpêkirin û qanûnên nerawa li nava cîhanê zêde dibin.
Ev yek di Rapora Qeçaxçiya Mirovan a Amerîkayê de jî eşkere bû.
Di rapora ku Tirkiye jî cihê xwe têde digre de, qaçaxçitiya di warê kar û taybet bazirganiya zarokên xurt de pêk tê.

Karê bi darê zorê û qaçaxçîtiya zarokên xurt.

Ev daneyên herî zêde di Rapora Qaçaxçitiya Mirovan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de derketiye pêş.

Di rapora hatî amadekirin de, eşkere dibe ku li 188 welatan ji derketina Covid-19 û ve qaçaxçîtî zêde bûye.

Di beşa Tirkiyê ya raporê de hat diyarkirin ku her çendî hikumetê ji bo ji holê rakirina qaçaxçiya mirovan pîvanên herî kêm bi cih neaniye jî, di vî warî de hewldanên girîng hene.

“Di Qaçaxçiya zarokên xurt de zêdebûn heye”

Di rapora salane de hat destnîşankirin ku qaçaxçiyên hin ji wan bi Çînê ve girêdayî ne, ji Laosê, di ser Kamboçya, Malezya, Burma û Fîlîpînê re, ber bi Tirkiyê ve qaçaxçîtiya kar bi kar anîne.

Di raporê de hat gotin,

Qaçaxçi ji pandemiyê sûd werdigirin da ku li bi dehan welatan mezin û zarokan bi kar bînin.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Antony Blinken di daxuyaniya nivîskî ya li ser rapora 2023’an da têkoşîna herêmî ya li dijî qaçaxçiyên mirovan ên Seychelles, Danîmarka û Hong Kongê nirxand.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku di salên dawî de bazirganiya zarokên xurt zêde bûye.

Blinken îşaret bi raporta Neteweyên Yekgirtî ya derbarê vê mijarê de kir û daxuyakirin ku di heman demê de hejmara xortên ku bûne qurbaniyên bazirganiya mirovan li gorî keç û jinan 5 qat zêde bûye.

Di rapora Qaçaxçiya Mirovî ya DYA de xemsariya Tirkiyê

Di raporê de, qala rewşa li Tirkiyê jî hatiye kirin.

Li gorî vê, li Tirkiyê di kategoriya duyemîn de statûya xwe parast.

Di vê garegoriyê de, xemsariya welat ya ji bo beşeke van mijaran nîşan dide.

Di raporê de hatiye destnîşanirin ku Tirkiye di dadgehkirina gumanbaran de xemsar nêz dibe û ev kes demeke kin de serbest têne berdan.

Back to top button