Dewriyeya hevbeş a artêşa Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsî îro li navçeya Dirbêsiyê dest pê kir.
Dewriyeya hevbeş a polîsên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest pê kir.
Dewriyeyê li gundên başûrê navçeya Dirbêsiyê digere.
2 helîkopter jî çavdêriya dewriyê dike.
Li gorî lihevkirina sûçî di navbera Tirkiyê û Rûsiyê de dewrieyên hevbeş ev cara 10’emîn e li herêmê û cara 4’an ku li Dirbêsiyê pêk tên.