Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagiker ên li ser bajarê Qamişlo Zanîngeha Rojava hat rawestandin.
Ji rêveberiyên zanînehê Gulîstan Sîdo derbarê rewşa zanîngehê de axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bandoreke neyînî li ser perwerdeyê kir û hişt ku zanîngeh bê rawestandin.
Gulîstan da zanîn ku divê zanîngeh di 1’ê Mijdarê de vebûba û dest bi sala perwerdeyê kiriba, lê ji ber êrîşan ew neçar man zanîngehê du hefteyan bidin rawestandin.
Gulistan Sîdo da zanîn ku di pergala zanîngehê de hin guhertin çêbûn û weke Fakulteya Ziman, Huner û Zanistên Civakî hin beşên nû hatin vekirin.
Gulistan anî ziman ku Fakulteya Zanista Endezyariyê û Peymangeha Wergera Îngilîzî jî li wan hatin zêdekirin.
Ji rêveberiyên Zanîngeha Rojava Gulîstan Sîdo teqez kir ku ger şerekî din derkeve wê hemû xwendekar nikaribin xwendina xwe berdewam bikin.