Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo

Parêzerên Rêber APO ragihandin ku 18’ê Cotmehê cezayê berê li Rêber Apo hatibû birîn, 6 mehên din hate dirêjkirin. Parêzera Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal anî ziman pergala tecrîdê ya pêk tê hem hiqûqê dike alav hem hemû qadan tune dihesibîne û got:” Divê CPT peywirên xwe bîne cih û rapora girêdayî Îmraliyê bi rayagiştî re parve bike.”

Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin.

Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û piştî vê tevî hemû hewldanan bi hincetên cezayên dîsîplînê hevdîtin hatin astengkirin.

Newroz Uysal-Parêzera Rêber Abdullah Ocalan

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Newroz Uysal pergala tecrîda li Îmraliyê, astengkirina hevdîtinan û bangên tên kirin de nirxand.

Newroz Uysal: Pergala tecrîdê hiqûq û hemû qadan tune dihesibîne

Newroz diyar kir ku 24 sal in tecrîd li Îmraliyê didome û got:

“Pergala tecrîdê ya pêk tê dij qanûne, hiqûq weke alav tê bikara anîn. Ji milê qanûnê zêdetir siyasî destgirtin heye.

Bi tecrîda îmraliyê ve polîtîkayeke şikandina îradeyê tê meşandin..”

Newroz anî ziman ku buroya Hiqûqê ya Asrinê ligel îtîraza li hember şertên tecrîdê, car caran serî li saziyên navneteweyî dide û bangê dike û wiha anî ziman:

Di Adara 2021’ê de piştî hevdîtina telefona bi birêz Ocalan re, demek dirêj me jê agahî negirt.

Em parêzer sê sal in ji pêvajoya hiqûqî dûr tên girtin.

Di ser serlêdanên me de salek derbas bû. Hîna fikar û daxwazên me nehatine bersivandin.

Newroz Uysal: Divê CPT peywirên xwe bîne cih

Newroz Uysal da zanîn ku biryara dadgehê heye û got:

Tenê gelê Kurd û hiqûnasên demokrat vê nîqaş dikin.

Ji bo CPT biçe Îmraliyê gelek serlêdanên me hene.

Serlêdan û bang hatibûn kirin. Ev ji bo ku CPT peywira xwe bîne cih bû.

Divê serdan her tim bên kirin. Divê rapor bi lez bên amadekirin, bi rayagiştî re bê parvekirin.

Divê CPT bibe xwedî helwestek polîtîk. Em hêvîdar in ji vir şûnde li gorî prosedurê tev bigere. Serdanên xwe jî bê navber pêk bînin.

Back to top button