”Bicihkirina çeteyên El Nûsra planeke piralî ye”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd bi cihkirina çeteyên El-Nûsra li heremên dagirkirî encamê lihevkirineke pir alî ye.
Çiya Kurd dazanîn ku dewleta Tirk dixwaz bi destê El-Nûsra dagirkeriya xwe li heremê berfireh bike.

Dewleta Tirk a dagirker 13’ê mehê bi şanoyeke bermahiyên Elqaîde çeteyên El Nûsra li deverên dagirkirî taybet jî li Efrînê bi cih kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd derbarê mijarê de ji ajansa Firatê re axivî.

Çiya Kurd diyarkir ku bicihkirina çeteyên El- Nûsra gaveke piralîye û armanca vê gavê Tirk bi çend xalan nirxand û got:

“Yek ev gav encamê lihevkirinên piralî ye, taybet jî lihevkirina di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ya li ser Idlib û Efrînê ye.

Dû bi vê gavê ve dixwazin komê çete yên nakeve kontrol irkiyê tasfiye bikin yên din jî têxin bin sîwana çeteyên El- Nûsra.

Ya sêyemîn jî dewleta Tirk bi destê van çeteyan dixwaz heremên din jî dagirbike û dagirkeriya xwe fireh bike.”

Bedran Çiya Kurd: Bêdengiya hêzên derve pejirandina planê nîşan dide

Çiya Kurd bicihkirina çeteyan weke gaveke metirsîdar pênasekir û ev nirxandin kir:

“Ev yek wê bandorek mezin hewildanên çareseriya demokratîk a li Sûriyê bike.

Ev projeyeke ku dewleta tirk pêşdixe wê li heremê guhertina demografiya nû, qirkirineke nû, koçberiyeke nû pêşbixe.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî tê wateya pejirandina projeya ku Tirkiye niha li heremên dagirkirî pêşdixe ye.

Çiya Kurd diyar kir ku ji ber nêzîkatiya nerast a hêzên navdewletî îro dewleta tirk pir eşkere piştgiriya çeteyên Ehrar El Şarqiye ku di lîsteya terorê de ye dike.

“Çareserî dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê de ye”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê jî ev tiş anî ziman:

Heta ku piştgirî ji dagirkerî û terorîstan re hebe em bi van geşedanan re rû bi rû bimînin..

Çareya herî baş bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û derxistina çeteyan ji van herêman e.

Lê sekna raya giştî û hêzên navneteweyî ji bo bidawîkirina hebûna Tirkiyeyê, asteng e.

Çareseriya din jî divê gelên sûriyê baweriya xwe bi Tirkiyê neynin. Bi xwe werin cem hev pirsgirêkên xwe çareser bikin..

Di dawî de Çiya kurd teqez kir ku kîjan çete tên bila werin, ew bi israrin Efrîn di serî de heremên dagirkirî rizgar bikin.

Back to top button