Artêşa Tirk agir berda zeviyên gundên Til Temirê

Îro careke din artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundên Til Temirê yê kantona Hesekê.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê gule berdan zeviyên çandiniyên yên gundên Erîşa û Til Tewîlê yên navçeya Til Temirê.

Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ketin.

Dagirkeriya Tirk duh di saetên êvarî de jî zeviyên çandiniyê yên gundên Qasimiyê û Rîhaniyê yên navçeya Til Temirê dan ber agir.

Ji ber ku hêzên dagirkeran ew dikirin armanc, tîmên agirkujiyê nikarîbûn agir vemirînin.

Ev şewat berfirh bû û gihaşt mezreya Çêlekan a li ser rêya Serê Kaniyê.

Hêzên dagirker li gundê Menax ê li ser rêya navçeya Zirganê jî agir bi zeviyên çandiniyê xistibû.

Her wiha dagirkeran agir berdabû zeviyên gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê.

Ji ber hewayê agir bi zeviyên gundên derdorê jî ketibûn.

Back to top button