Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo der barê tecrîd giran a li dijî Rêber Apo û armancên wê axivî.
Rîhan Loqo anî ziman 24 sal in komplo bi rengên cuda dewam dike û ev peyam da:
“Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê xurtir bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn.”
Tecrîda giran a li ser Rêber Apo, dema dawî hêrs û nerazîbûneke tund derxistiye holê.
Her kes daxwaza bidawîkirina tecrîdê û azadkirina wî ya fîzîkî dike.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî heman daxwazê dike û der barê armancên tecrîdê û bangên gel de nirxandin kir.
Rihan Loqo anî ziman Rêber Apo di nava çar dîwaran de dijî ku ev yek bi xwe berxwedanek pir mezin a têkoşîn û hebûnê ye û ev got:
“Ev 24 sal in komploya navneteweyî li ser Rêber Apo dewam dike.
Her ku asta têkoşîn, xebat û yekîtiya netewan çêdibe, tecrîd li ser Rêber Apo girantir dibe.”
Rihan destnîşan kir ku desthilatdar naxwaze, fikir û felsefeya netewa demokratîk belav bibe, loma tecrîdê giran dikin û wiha domand:
“Naxwazin îradeya jina azad pêş bikeve û gel bi hev re di aramî û aşitiyê de bijîn.
Desthilatdar naxwazin projeya netewa demokratîk ji bo cîhanê bibe felsefe da ku bikaribin desthilatdariya xwe dewam bikin.
Hêzên desthilatdar li dijî aramî, aştî û demokrasiyê ne.
Bi navê aştiyê bang dikin, lê tu aştî û demokrasî li gel wan nîne.”
Rîhan Loqo: Li dijî tecrîdê em ê têkoşînê xurtir kikin
Rihan diyar kir ku biryar û soza wan ew e her dem têkoşînê li dijî hemû êrîşan xurt bikin, bi milyonan derdora Rêberê Apo xelekên azadiyê çêbikin û her li qadan bin.
Rîhan Loqo: Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo da zanîn ku armanca wan a sereke şikandina tecrîda girankirî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye û wiha bi dawî kir:
“Em ê asta têkoşîn, berxwedan û şikandina tecrîdê ji xwe re bikin armanc. Em ê bi Rêber Apo re azad bijîn.
Her ku tecrîd giran bibe, em ê têkoşînê xurt bikin û projeya netewa demokratîk hîn zêde belav bikin. “