Michela Arricale: Tecrîda Îmraliyê weke amûreke siyasî tê bikaranîn

Parêzera ELDH’ê Michela Arricale bi van gotinan bertek nîşanî tecrîda ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo disepînin da û diyar kir, divê li dijî van binpêkirinên Tirkiyê, zextekî giran were kirin.

Ji parêzerên Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafê Mirovan ên Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Michela Arricale, têkildarî tecrîda li Îmraliyê, ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Arricale ku di heman demê de di Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digire, diyar kir dewleta Tirk ji bo birêvebirina pirsgirêka kurd, tecrîdê weke amûreke siyasî bi kar tîne.

Arricale, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd û tecrîd girêdayî hev in û ev tişt anî ziman:

“Tecrîd sêalî ye. Aliyek li dijî Abdullah Ocalan, aliyek li li dijî gelê kurd û aliyê din jî li dijî muxalîfan e.

Tecrîda li ser Ocalan tu eleqeya xwe bi hiqûq û pergala cezayê nîne.

Bi tevahî hewldaneke tolhildanê ye. Bi tecrîdkirina wî re dixwazin pirsgirêka kurd jî bêdeng bikin.

Ji ber ku bandora tecrîdê ne tenê li ser girtiyan lê li ser xizmên wan jî heye.”

Arricale: Abdullah Ocalan ji gel tê îzolekirin

Arricale anî ziman bi pergala tecrîdê re tê xwestin ku Rêber Apo ji civak û gel were îzolekirin.

Di dewamê de Arricale bi bîr xist tecrîda li Îmraliyê rewşeke hiqûqî nîne û wiha got:

“Rewşeke siyasî ye. Sedema vê tecrîda girankirî, tirsa Erdogan e. Ji ber ku Erdogan ji Ocalan pir ditirse.

Erdogan hem ji komên neteweperest ditirse hem jî bi astengkirina birêz Ocalan re hewl dide pêşî li ber fikrên wî bigire ku civak jê hay nebe. ”

“Diviya CPT’yê rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikira”

Parêzer Arricale, destnîşan kir ku diviya CPT’yê rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikira û wiha derbirî:

“Diviya fikraya duyemîn a xala duyemîn a peymana CPT’yê li dijî îşkenceyê bihata bikaranîn.

Heke dewlet destûrê nede jî CPT kengî bixwaze dikare eşkere bike.

Ji ber ku Ocalan di tecrîdeke giran de ye û diviya li dijî îşkenceyê ev rapor bihata eşkerekirin.

Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê saziyên mafên mirovan.

Ji bo pêşxistina bibiryarbûna CPT’yê û parvekirina raporê divê têkoşîneke xurt were dayîn.”

Parêzer Arricale: Divê li dijî binpêkirinên Tirkiyê zextekî giran were kirin

Ji parêzerên Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafê Mirovan ên Cîhanê ya Ewropayê (ELDH) Michela Arricale di dawî de diyar kir, divê li dijî van binpêkirinên giran, zextekî giran li Tirkiyê were kirin

Back to top button