Peymanên ku dagirkeriya Tirk yên çekên qedexekirî îmze kirine binpêdike

Dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe li ser qadên parastina Mediya binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî didomîne.
Her dawî li pêşiya her kesî çekên Kîmyawî bi kar tîne ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Cotmehê ve 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Têkildarî vê mijarê Hiqûqnas Cibraîl Mistefa derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirk li gorî pîvanên navneteweyî axivî û ev tişt anî ziman:

“Tevî bikaranîna van çekan û piştgiriya NATO’yê, dagirkeriya Tikiyê negihêşt armanca xwe.
Berovajî wê, hêza gerîla mezintir bû, piştgirî û hêrsa gel zêdetir bû.”

Cibraîl Mistefa diyar kir ku tevî peymana qedexekirina çekên kîmyewî dewleta Tirk a dagirker îmze kiriye, lê li gorî peymanê tev negere û ev tişt got:

“Ji ber bêdengiya navneteweyî dagirkeriya Tirk hurmetê ji qanûn û pîvanên navneteweyî re nagire.”

Mistefa anî ziman ku gelek belge hene diyar dikin ku çekên qedexekirî hatine bi karanîn lê mixabin tu hêzên navnteweyî bêdengin.

Di dawiya axaftina xwe de Hiqûqnas Cibraîl Mistefa bêdengiya navneteweyî şermezarkir û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî dikin ku erkên xwe bi cih bînin.

Girêdayî heman mijarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)’ê Salîha Aydenîz jî nirxandin kir û got:

Salîha Aydenîz: Bêdengiya qada navneteweyî Tirkiyê jê hêz digire

“Bêdengiya Netewên Yekbûyî, komeleyên mafê mirovan û bi taybetî jî OPCW’ê hêzê dide Tirkiyeyê ku êrîşan dewam bike.”

Salîha Aydenîz diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk gihêştiya lûtkeyê û ev tişt anî ziman:

“Gelek car in bi delîlan bikaranîna çekên kîmyewî dikeve rojevê.

Bikaranîna van çekan li hemû deverên cîhanê sûc e.

Bêdengiya navneteweyî, dewleta Tirk jê hêzê digire.”

Aydenîz balkişand ser Pergala ku Gelê Kurd pêş xistiye û di Rojhilata Navîn bi pêşxistiye û ev tişt anî ziman:

Salîha Aydenîz hevkariya PDK’ê şermezar kir û ev tişt got:

Salîha Aydenîz: Tevgerên PDK’ê xizmeta berjewendiya dagirkeran dike

Aydenîz bi van gotian axaftina xwe bi dawî kir:

“Heyanî saziyên bi van karan re mijûl dibin serlêdanê nekin em ê di çalakiyan de bin.”

Back to top button