Nadine Maenza serdana Rojava kir

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Maenza îro serdana Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, û her du cîgirên wî Ebîr Êliya û Fener El-Giêt pêşwaziya Maenza kir û li hev civiyan.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hat dayîn.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku di civînê de rewşa herêmê, êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û girtina dergehên Til Koçer û Sêmalkayê, hatin nîqaşkirin.

Nadine Maenza: Me di rapora xwe ya salane de dewleta Tirk weke dagirker bi nav kir

Nadine Maenza jî axivî û got:

“Em dizanin mafên hemû kêmneteweyan û olan di sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine parastin û em zanin ku armanca Tirkiyê bi êrişên liser herêmê têkbirina aramiyê ye ”

Maenza destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk li dijî olên li herêmên dagirkirî di raporeke wan de hatine belgekirin, û got wan di rapora xwe de dewleta Tirk weke dagirker bi nav kirine.

Manza diyar kir ku divê DYA`yê û civata navnetweyî zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li van sûcên li dijî herêmên dagirkirî bîne.

Back to top button