Bi hezaran kes îro li dijî êrişan li qadan bûn

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe îro daketin qadan û êriş û terora dewleta Tirk û komkujiya parisê şermezar kirin. Di meş û çalakiyan de her sê jinên Kurd ên şoreşger hatin bibîranîn peyama gav şûn ve navêjin hat dayîn..

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi hezaran kes daketin qadan.

Di meş û çalakiyan de êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û her sê jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

GIRKÊ LEGÊ

Şêniyên Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê û Komkujiya Parîsê meşek li dar xist.

Yekîtiya Jina Ciwan li hêrêma Cizîrê jî, bi heman armancê ji Amûdê heta Qamişloyê meşiyan. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Li Til Birakê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa , ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û bîranîna her sê jinên têkoşer de semîner hate dayîn.

Li Kantona Hesekê û navçeya Şedadê jî bi heman armancê semîner hatin dayîn.

TIL BIRAK

Meclisa Navçeya Til Birakê jî li dijî êrişa li ser Kobanê û bêdengiya civaka navneteweyî daxuyanek da.

KOBANÊ

Li Kobanê, bi sedan jin li Qada Jina Azad civiyan, êrişa li ser Kobanê şermezar kir û şehîdên komkujiya Parîsê bi bîranîn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî li kampa Serdem a Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

HELEB

Li Helebê jî bi hezaran jinên Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê û bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê meşiyan.

GIRÊ SPÎ

Meclisa Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişa li ser Kobanê daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir ku van êrişên li ser herêmê rawestînin.

REQA

Li Reqayê jî Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Gel bi heman armancê daxuayniyên cuda da.

Di daxuyaniyan de êrişên li ser Kobanê û bêdengiya civaka navneteweyî hatin şermezarkirin.

Buroya Parastina Zarokan di Şerên ÇekdarÎ li Herêma Firat û li Minbicê, ji bo şermezarkirina êrişên li ser Kobanê û hedefgirtina zarokan daxuyanî dan.

Bang li welatên garantor û rêxistinên parastina mafên Mirov û zarokan hate kirin ku bi erkên xwe rabin.

Kombûna Jinên Zenûbîa li bajarê Tebqayê bi heman armancê daxuyaniyek da û bang li welatên garantor kir êrişên li ser herêmê rawestînin.

Back to top button