Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li dijî politîkayên desteserkirin û dagirkeriyê, li dijî dijminahiya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinan dakevin qadan.
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî tûndiya li ser jinê daxuniyeke nivîskî weşand.
Meclîsa Jinan a HDP’ê destnîşan kir ku hikumeta AKP’ê bi van êrîşên xwe îradeya jin dike hedef û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi şêweyek vekirî êrîşî têkoşîna jinan û azadiya jinê dike.”
Meclîsê diyar kir ku divê dawî li politîkayên dagirkerî û şer were.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû hinan kir ku 25’ê Mijdarê li dijî desthilatdariya zilam, hişmendiya takekesî û dijminahiya AKP-MHP’ê ya li dijî jinan dakevin qadan û xwedî li îradeya xwe derkevin.