Li Efrînê çeteyan 150 dar birîn û ji ber nakokiyên parvekirinê şer qewimî

Dewleta Tirk a dagirker tevî şêniyên Efrînê, li hemberî xwezaya Efrînê jî êrîşên xwe yên hovane dewam dike.
Li navçeya Cindirêsê dîsa darên zeytûnan hatin birrîn.

Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yê dewleta Tirk li gundê Axcelê yê li Cindirîsê nêzî 150 darên zeytûnan birrîn.

Li gorî agahiyan, piştî ku çeteyan dar birrîn, di navbera çeteyên ”Ehrar El-Şerqiya” û komeke din a çeteyan de li ser firotina daran nakokî rû da.

Ji ber vê yekê di navbera çeteyan da şerekî dijwar qewimî, lê derbarê vî şerî de agahî nehate wergirtin.

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûne, bê navber binpêkirinên li dijî sivîlên resen dewam dike.

Tevî vê bi dehan caran ji ber dabeşkirina mal û milkên şêniyên Efrînê, di navbera çeteyan de şer rû daye, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

Leave a Reply

Back to top button