Nûnerê rejîma Sûrî li NY Beşar El- Caferî tekez kir ku dewleta Tirk bi bahaneya ”Herêma Ewle” terorîstên xwe li hev kom dike û xaka Sûriyê dagir dike.
El-Caferî idîa kir ku hikumeta Sûrî wê li dijî vê dagirkeriyê li gorî qanûnên navdewletî tev bigere.
Konseya Ewlekariya Navdewletî têkildarî rewşa dawî û siyasî doh li Sûriyê li hev kom bû û civînek li dar xist.
Di rûniştina Konseyê de Nûnerê rejîma Sûrî li NY Beşar El-Caferî axivî û got:
Dewleta Tirk di bin navê ”Herêma Ewle” de dixwaze terorîstên xwe li herêmê kom bike û ev yek nayê qebûlkirin.
Beşar El- Caferî: Erdogan dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike
El- Caferî destnîşan kir ku armanca dwleta Tirk ji herêma ewle berfirehkirina dagirkeriya xwe ye û idîa kir ku hikumeta Sûrî wê li gorî qanûnên navdewletî li dijî van planan raweste.
Têkildarî encamên êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî, Caferî diyar kir ku gelek welatiyên Sûrî jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 180 hezar kes perîşan bûn.
Nûnerê rejîma Sûrî li NY Beşar El- Caferî tekez kir ku gelê Sûrî tevî DAIŞ, Cebhet Nusra û Îxwan El-Musilimîn, hemû rengên teror û dagirkeriyê yên komên terorîst pêk tînin red dike.