Kongta Star têkildarî salvegera demezrandina xwe daxuyanî da

Îro jî salvegera 17’emîn a damezrandina Kongra Star e. Bi vê boneyê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da û got: “Meşa ku di oxira wê de bedel têne dayîn wê bi rihê serkeftinê rêya xwe dewam bike û têkoşîna gihiştina armancên xwe mezin bike.

Kongra Star ya ku berê bi Yekîtiya Star dihat naskirin bi hemû hêza xwe xwest xwe bighîne tevahî jinan, ji bo wê pêwîstî dît ku xwe weke sîwana hemû jinan bi rêxistin bike.

Bi boneya salvegera 17’emîn a damezirandina Kongra Star, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyar kir ku bi hebûna Kongra Star jinên Rojavayê Kurdistanê hebûn û xwebûna xwe misoger kirin.

Têkoşîn û berxwedana ku jinan di Rojavayê Kurdistanê de dane meşandin bi destpêkirina şoreşê re, hişt ku cîhan erê bike ku şoreşa Rojavayê Kurdisatanê şoreşa jinan e. Ev şoreş bû qûbleta tevahî jinên ku ji azadiyê re dilên wan lê dide.

Koordînasyonê piştrast kir ku armanca wan a sereke avakirina destûrekî bingehîn a jin di nav bi nasnameya û vîna xwe têde cih bigre.

Ji bo civakeke demokras bi rêya hevpeymana civakî jin cihê xwe tê de bigirin, bi rol û misyona xwe rabin, asta destekdayîna jinên ku li herêmên dagirkirî bilindkirin.

Koordînasyona Kongra Star berxwedana jinên Efgan li dijî deshilstdariya Talîban û berxwedaniya jinên Kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de silav kir û wiha bi dawî kir:

Em piştigiriyê didin berxwedana jinên ku li hemberî dagirkerî û desthilatdariyê li serînatewînin û têdikoşin.Meşa ku di oxira wê de bedel têne dayîn wê rihê israra dewamkirin û gîhaştin aramacan mezintir bibe. Ji yekîtiyê ta Kongra Star pêşengtiya şoreşa jin û misogeriya deskeftiyan”

Back to top button