Kantona Efrin û Şehbayê komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Rêveberiya Kantona Efrîn û Şehbayê komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê pêk aniye şermezar kir.

Rêveberiya Kantona Şehba û Efrînê bi dauxyaniyekê ev sûc şermezar kir.

Rêveberiyê destnîşan kir ku destê MÎT`a Tirk tê de heye û got:

Em Newrozê li gelê xwe yê berxwedêr li Efrîna dagirkirî pîroz dikin.

DI rojeke welê de Çeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Hebîb komkujiyek li dijî malbateke kurd li Cindirêsê pêk anî.

Dema ku wê malbatê xwest agirê Newrozê li ser banê mala xwe vêxin.

Destê MÎT`a Tirk di vê kiryara terorîst de heye.

Ji ber dixwaze vîna kurdan bişikîne.

Em ev sûcê terorîst şermezar dikin.

Em soz didin ku tola şehîdan hilînin.

Di şeva Newrozê de dagirkeran komkujiyek li Cindirêsê pêk anî

Back to top button